05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
NEW YORK
Çavkaniyên îstixbaratê yên DYAyê îdia dikin ku balafira Rûsyayê ya şirketa Kogalimavîayê ku li Misrê ket, îhtimaleke mezin ji ber ku DAEŞê yan jî komên nêzî DAEŞê bombe kirin balafirê, ket.
Li gor nûçeya CNNê ku ji çavkaniyên îstixbaratê yên DYAyê werdigre, rayedarekî îstixbaratê wiha got: "Îhtimaleke mezin bombeya ku kirine bagajê yan jî dereke din teqiya û balafir ket."
Rayedarekî din ê îstixbaratê jî diyar kir ku di encama têqîbata di navbera rêxistinê da encameke wiha derdikeve.
Serokwezîriya Îngilistanê jî li ser îhtimala bombeyê sekinîbû.
Balafira bi tîpa Airbus-A 321ê ku sefera Şarm El-Şêx û St. Petersburgê dikir, piştî ku rabû demek bi şunda tevî 17 jê zarok, 217 rêwî û 7 xebatkarên xwe va li Nîvgirava Sînaya Misrê ketibû.