04 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
HELEB
Tê destnîşankirin DEAŞa rêxistina terorê li El-Baba li bakurê rojhilatê Helebê û gundên dorhêla wê şebekeyên avê wekî tunêlê diemilîne.
Hat diyarkirin milîtanên DEAŞê bi saya tunêlan alîkariya hev dikin û wek mayîn ji ber pêkutiyên rêxistinê bi sedan kes direvin herêmên di destê mixalifan da ne.
Li El-Bab û derdorê Artêşa Sûriyeya Azad bi saya operasyona Mertalê Feratê ya Tirkiyeyê DEAŞê têk bibe û rêxistina dikeve tengasiyê ji bo xwe biparêze rêyên teze diemilîne.
DEAŞa li derdora El-Babê bi PKK/PYDya rêxistina terorê ra şer nake û li herêmê tenê bi mixalifan ra şer dike.
DEAŞ li El-Bab û gund û bajarokên derdorê tunêlan dikole û teqemenî û mayînan di eraziyan da bi cî dike.
- Rêxistin şebeke û qanalên avê wekî tunêlê diemilîne
Ji hêla din di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da yekîneyên ASAyê tevî piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Bab û derûdora wê operasyon li dar xistin û herwiha alîkariya malbatên ku ji DEAŞê direvin dike û wan derbasî herêmên ewle dike.
Xaldun es-Samadiyê ku digel malbata xwe ji ber zextên rêxistina terorê DEAŞê ji gundê Tadîfê yê Babê derket, ji peyamnerê AAyê ra got ku DEAŞê qanalên şebekeya avê ya ku ji Babê diçe Tadîf û Kabasînê fireh kirine û wekî tunel diemilînin.
Samadî wiha xeberda, "DEAŞ di vê axiriyê da qanalên şebekeya avê yên di navbera Bab û Tadîfê da diemilîne ku xwe ji firokeyên cengê yên tirk û hevpeymanê diparêze. DEAŞ qanalên şebekeya ava Nexweşxaneya Wetanê ya li Babê bi armancên leşkerî diemilîne, di hundirê van şebekeyan da çûn û hatinê dikin û herwiha nahêlin ku muxalif nêzîkî navçeyê bin."
Samadî bal kişand ku endamên rêxistinê bi vî rêbazê alîkariya hevdu dikin."
Mûnzîr Şefîq diyar kir ku ji ber tundiya DEAŞê mecbûr mane û ji El Babê derketine û got, "Şikir Xwedê ra em hatin herêma di destê mixalifan da. Em hatin herêma di destê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) da û xwe di ewlehiyê da dibînin. Em li wê derê di nav ewlehiyê da nebûn.
Şefîq destnîşan kir ku bi wesayîta xwe va gihîştin herêma mixalifan, rewşa sivîlên li El-Babê rind nîne, gel di destê rêxistinê da maye.
Hêzên Çekdar ên Tirkikan û ASAyê di Herekata Mertalê Feratê da 24 cî ji destê DEAŞê xilas kirin, ji bo ku quweta di navenda El-Babê da ye kêm bikin herêmê dorpêç dikin. Hêzên ASAyê yên ku bi piştgiriya TSKê va 35,1 kîlometre ketin nav Sûriyeyê nika qasî kîlometreyekî nêzîkî navenda El-Babê ne.