15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê li hin mezre û herêman qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ji bo ewlehiya mal û canê welatiyan 15ê hezîranê di saet 09.00an da qedexeya derketina derva hatiye îlankirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin li mezraya Delîktaşê, li gundê Ekînliyê, li mezraya Bîlgîlî û Saribalê û gundê Yaylacikê, li mezraya Yenîçayê û li gundê Yolbîlenê, li mezraya Gedîk, Akyazî û li gundê Saritaşê qedexeya derketina derva hatiye îlankirin.