Hêjmara kesên di çalakiyên duh li dijî derbeyê li bajarên Misrê yên cuda hatin li dar xistin de mirin zêde dibe.
Li Misrê leşkeriyê bi derbeyê dest dabû ser rêveberiyê û ji ber vê yekê jî çalakiyên ku derbenexwazan dijî derbeyê li dar dixistin berdewam dikin.
Duh li Misrê piştî Cumeyê çalakiyên bi navê "Paytexta Şoreşê Qahîre" hatibûn li dar xistin. Li gor çavkaniyên Nexweşxaneya Munşetû'l Bekrî 3 kes bi çekên bi agir û 4 kes jî bi keviran ve hatine kuştin. Li gor çavkaniyên tenduristiyê duh li Misrê 7 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li bakurê Qahîreyê jî li herêma Şîbrayê, Kalyûbiyeyê, li çoltera El-Acemeyn ya El-Feyyûmê, Suweyşê, Asyutê, Buhayrayê û Îskenderiyeyê çalakî hatin lidarxistin û di navbera derbenexwaz û derbexwazan de pêvçûn derket û 44 kes hatin binçavkirin.