Li gor çavkaniyên herêmî hin mizgeftên ku li ser xeta cepheyan in ji aliyê hêzên Esed ve hatin hilweşandin. Hêzên Esed ji ber hinceta ku nîşandar dê derkevin minareyan, mizgeftan xerab dike. Gelê bajêr jî ji ber vê yekê bertekan nîşan didin.
Minareya mizgefta el Adlî ya ku di dema Osmaniyan de li aliyê bajarê kevin yê Helebê hat avakirin, bi heman hincetê hat xerabkirin û mizgeft bixwe jî ne pêkan e ku êdî nimêj lê bê kirin. Şêniyên herêmê ji ber vê yekê xemgîn in.
Heleb hisreta azanê ye
Wezîfedarê mizgeftê Ahmed Ebû Xalid daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Mizgeftên ku li ser xeta cepê ne, ji aliyê hêzên rejimê ve bi tang û topan hat xerabkirin. Hêzên Esed an bi bombeyên warîlê ve an jî bi tangan ve êrîşê dibin ser cihên ku sivîl lê dijîn.
Ebû Xalid destnîşan kir ku gel ji tirsa êrîşên bombeyên warîlê naçin nimêja terewîhan û wiha dewam kir: "Hêzên Esed 24 saetan bi warîlan êrîşan didomîne û dibe ser cih û warên ku destê mixalifan de ne. Ev çend roj in ku hêzên rejimê êrîşan dibin ser rêyên ku gel tê de diçe û tê.