23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Hat ragihandin ku 2 topên hewanê di ser Karkamişa navçeya Gazîentabê da ketin û li ser vê bi topên obusan va bersiv dan kozikên DAEŞê, gelek tank, wesayîtên bixzirx û çekên giran li sînor bi cî kirin.
2 topên hewanê yên ku tê nirxandin ji pevçûnên navbera DAEŞê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) pekiyan di ser Karkamişa navçeya Gazîentabê da ketin, li ser vê yekîneyên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi topên obusan va bersiv dan kozikên DAEŞa rêxistina terorê yên li Cerablûsê û hedefên wan îmhe kirin.
Wek mayîn li herêmê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin Fermandariya Lîwaya Bizirx a 5an ya Gazîentabê gelek tank, wesayîtên bizirx û çekên giran şendin sînor û li ciyên ku berê hatibûn tesbîtkirin bi cî kirin.
Hêzên ewlekariyê bûyerên li Cerablûsê ji nêz va teqîb dikin û hejmara dewriyeya sînor jî zêde kirin.
Destê sibê 2 topên hewanê ji herêma pevçûnan pekiya û di ser hewşa mizgefta li Karşiyakaya taxa Karkamişa navçeya Gazîentabê da ketin. Di êrîşê da têlên ceyranê zirar dîtin û tiştek bi welatiyan nehat, hêzên ewlekariyê rêya taxê birîn û ketin û derketina taxê qedexe kirin.