HELEB
Li Sûriyeyê hêzên Beşar Esed bi çekên giran êrîşî muxalifan kir. Hat ragihandin ku di encama operasyonan de 25 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyanî da û wiha ragihand, hêzên rejimê li dijî muxalifan ji hewayê êrîş kirin. Di encama êrîşan de li Hamayê 6, li Dêrayê 5, li Helebê 4, li Şamê 4, li Lazkiyeyê 3, Hûmûsê 2 û Îdlibê kesek bi tevahî 25 kes mirin.
Di vê navberê de Konseya Giştî ya Şoreşê ya Sûriyeyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de îdia kir ku Artêşa Azad a Sûriyeyê firokeya ku dikir bajaroka Muleyha ya Şamê bombe bike daxist.