BEXDA
Li Iraqê di teqînên ku li deverên cuda pêk hatin de 20 kes mirin, 56 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li bazara eş-Şule ya li ser paytext Bexdayê du bombe li pey hev hatin teqandin. Di bûyerê de 6 kes mirin û hêzên ewlehiyê jî di nav de 17 kes birîndar bûn.
Li herêma el-Hûriyê ya Bexdayê jî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û 5 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Li Ebû Garîba rojavayê Bexdayê jî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê êrîşê de jî 4 kesan can da, 14 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Diyalayê jî bombeya ku li kêleka rê hatibû bicihkirin, hat teqandin û di vê bûyerê de jî 5 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.