Di nav hefteyê de rojnameya Le Mondeyê ragihandibû ku sîxurên Amerîkî di 10ê çiriya pêşîna 2013an de li Fransayê 70,3 milyon axaftinên têlefonan qeyd kirine. Serokwezîrê Fransayê Jean Marc Ayraûlt jî diyar kiribû ku Serokomar Françoîs Hollande vê mijarê di civîna YEyê de bîne rojevê. Îdiayên ku têlefona Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hatiye guhdarîkirin jî bibû sedema aciziyê. Serokwezîra Almanyayê Merkelê, ji Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê Barack Obama re têlefon kiribû û aciziya xwe anîbû ziman.