Hat ragihandin ku balafira bêmirov a DYAyê li Şewala geliyê herêma Wezîristana Bakur êrîşî milîtanên Talîbanê kir. Li gor agahiyên ewil di encama êrîşê de 6 kes hatin kuştin.
Rayedarekê hikûmetê yê ku ji bajaroka Mîr Elî ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafira bêmirov a DYAyê 2 fuze avête malekê, li gor agahiyên ewil di encama teqînê de 6 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di 36 saetên dawî de ev cara 3yan e ku balafirên bêmirov êrîşî milîtanên Talîbanê dikin.