Li Tikrîta Iraqê li dijî El-Haşdu’ş-Şa’biyê ya ku ji milîsên şiî pêk tê û wek dildar li bal artêşê şer dikin êrîşa xwekujiyê hat kirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Selahedînê Hamad en-Namis daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêma Sur Şînasa Tikrîtê bi wesaîteke bombebarkirî êrîş li dijî baregeha El-Haşdu’ş-Şa’biyê hat kirin. Namîs destnîşan kir ku li gor aghiyên ewil di êrîşê de 13 milîs mirin û 14 milîs jî birîndar bûn.
Namîs got ku milîtanên DÎŞIyê ji ber ku li hember artêşê û milîsên dildar bi ser nakevin çalakiyên wiha dikin.