Kurdên ji Sûriyeyê yên ku li Almanyayê dijîn ji bo Kobanêyê mitîng li dar xistin.
Li Berlîna paytextê Almanyayê komeke ku ji 100 kesî pêk dihat, li rasta Parîsera ku li pêşiya Deriyê Brandenburgê ye ji bo Kobanêyê mitîng li dar xist û bi dirûşmeyan ve meşiya.
Çalakvanan li meydana ku Serbalyozxaneya Berlînê ya DYAyê jî lê ye çalakî li dar xistin û di destê çalakvanan de pankartên ku li ser wan gotinên "Kî li hemberî terorê deng dernexe, terorê qebûl dike", "Qetlîama DÎŞIyê bidin sekinandin", "DÎŞIyê bidin sekinandin", "Kurd li benda alîkariyê ne" û "Piştguhkirin mirina mirovahiyê ye" hatibûn nivîsandin, hebûn.
Di daxuyaniya Navenda Civak û Demokrasiyê ya Kurdan a ku li Almanyayê ye de hat diyarkirin ku kurdên ku li Kobanêyê li dijî DÎŞIyê têkoşînê didin hewcedarê piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin têkoşîna ku li Kobanêyê tê dayîn têkoşîna mirovahiyê ye.
Xêncî Berlînê li bajarên Bremen, Koln, Stutgartê jî ji bo Kobanêyê çalakî tên lidarxistin.
Hat ragihandin ku komek kete avahiya Deutsche Welleyê ya ku li bajarê Bonnê ye û di avahiyê de çalakiya rûniştinê dike.