Ahmet Karaahmet
11 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2022
Rejima Esed û komên Îran piştgiriyê dide wan êrîşî ser gundê Ebzîmoya girêdayî Heleba Sûriyeyê kirin û hat ragihandin sivîlek can da û sivîlek jî birîndar bû.
Li Ebzîmoya gundê li rojavayê Helebê ku di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da cî digire artêşa rejima Esed û komên Îran piştgirê wan e êrîş li dar xistin. Di êrîşa ji beja û hewayê va bi ser gundê Ebzîmoyê da top û gule hatin barandin da agirbest hat binpêkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên parastina sivîl hatin hildan di encama êrîşan da sivîlek hat kuştin û yek jî birîndar bû.