10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Pisporên ewlehiyê destnîşan kir, PKKya rêxistina terorê li herêma Şengalê ji bo Tirkiyeyê tehdîd e, divê destûr neyê dayîn ku herêm bibe Qendîleke duyemîn.
PKKya rêxistina terorê bi behaneya ku kurdên êzdî ji DEAŞê rizgar bike, di 2014an da li Şengala navçeya Mûsilê bi cih bû û her çend Herêma Kurdistana Iraqê dijî bicihbûna rêxistinê be jî, rêxistin ji herêmê venakişe.
Pisporên ewlehiyê balê dikşînin ku PKK dixwaze çûyîn û hatina navbera qaşo kantonên li Sûriyeyê û Qendîlê li ser Şengalê ra bike, heke rêxistina xwînî herêmê terk neke, Tirkiye ji bo ewlehiya xwe dibe ku midaxaleyî vê derê bike.
Alîkarê Serokê Navenda Dahûrînên Stratejîk û Têkiliyên Navneteweyî (TURKSAM) Doç. Dr. Serdar Erdurmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Tirkiye ji bo yekparetiya axa xwe wê li Şengalê li ber hebûna PKKê bê deng nemîne û wiha got: "Wek Operasyona Mertalê Feratê Tirkiye ji bo beqaya xwe divê midaxaleyî Şengalê bike. Li Iraqê hê îstiqrar çênebûye. Timî rewşeke pevçûnê heye. Ji ber wê Tirkiye ku operasyonê bibe ser wir, wê maqûl bibe. Divê destûr neyê dayîn ku Şingal bibe Qendîleke duyemîn."
Erdurmaz got tu aktorekê navneteweyî nikare îtirazî gavên ku artêşa Tirkiyeyê li Şengalê ji bo berterefkirina PKKê biavêje bike û wiha pê da çû: "Heqê Tirkiyeyê heye di çarçoveya peymanên navneteweyî da mafê xwe yê xweparastinê bi kar bîne û li herêmê paqijiyê bike."
Erdurmaz diyar kir ku ji bo midaxeleya leşkerî lazim nîne ku Tirkiye ji hêzekî destûrê bistîne û wiha axivî:
"Çaxa ku em li geşedanan mêze dikin, dikarin bêjin ku ji bo operasyonan şert û merc bi cî hatine. Motanî Mertalê Feratê dibê Tirkiye ji bo beqaya xwe midaxeleyî Şengalê bike. Li Iraqê îstiqrar hê pêk nehatiye. Her tim pevçûn hene. Ji ber vê maqul e ku Tirkiye dest bi herekateke wiha bike. Dibê destûr neyê dayîn ku Şengal bibe Qendîleke din. Ji bo operasyonê daweta tu meqamekî lazim nake, ya esas beqa û ewlehiya Tirkiyeyê ye. Dibê Tirkiye destê xwe zû bigrê û biyarê bide. Li gor min quweta hêzên çekdar digihêje ku vê operasyonê bike, ji xwe ev berê jî hat ceribandin."
- "PKK dixwaze ku ser Şengalê ra meşrûiyetê bi dest bixe"
Abdullah Agarê pisporê teror û ewlekariyê jî diyar kir ku DEAŞa rêxistina terorê ya ku di 2014an da kete Mûsilê êrîşî êzdiyan kir, di encama vê da jî PKKê gelek milîtan şande vê derê.
Agar diyar kir DEAŞ ji Şengalê vekişiye, lê PKK hê li herêmê ye û wiha got: "PKK saziyên kamuyê dagir dike û pêkutiyê li ser gelê ku cuda difikire, dike. Rêxistin ji bo ku di çavên Rojavayê da xwe meşrû bike, drama êzdiyan diemilîne û herêm ji bo rêxistinê girîng e. Bingeha desthilatdariya xwe ya li Sûriyeyê li Şengalê çêdike."
Agar destnîşan kir rêxistina ku li Qendîlê bi cî bûye li axa Sûriyeyê ku dagir kiriye dixwaze di nav kantonan da kordînasyonê çêke û got ku Şengalê jî wek baregeh diemilîne.
Agar diyar kir ku ji bo rêxistin Şengalê biterikîne hewl tê dayîn û wiha got: "Lê heta niha venekişiyaye. PKK wekî DEAŞê ku li El Babê dike, dixwaze xelkê wek mertal biemilîne. Hêzên xwe yên terorîst di nav gel da bi cî dike. Ji ber alîkariya ku ji Rojavayê distîne, wiha dike."
Agar destnîşan kir ku hebûna PKKyê ya li Şengalê ji bo siyaset, aborî û demografiyê gef û talûke ye û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî Mesûd Barzanî dixwaze ji erebên sunî yên li Şengal, Zummar, Rabîa û Telaferê hêzeke pêşmergeyan ava bike."
Agar diyar kir ku wê pêwendiyên di navbera Tirkiye û Barzanî da bi awayekî din pêş bikeve û wiha xebera:
"Divê em pêşbînî bikin ku ev pêvajo di warê hevkariyê da bibe xwedan bandor. Heger hemleyeke leşkerî were rojevê, helbet bi awayekî xwezayî daxuyaniyên Barzanî rengekî girîng werdigire. Ji ber ku gefeke sereke heye ku desthilata wan binpê dike. Ew jî ji ber vê rewşê tengezar in. Pêkan e ku bona mudaxaleyê Barzanî, Tirkiyeyê dawet bike."
- "Divê em zextê bidine ser Barzanî û hikûmeta Iraqê"
Halil Mertê Yarbayê teqawid ku Pisporê Stratejî û Rêveberiyê ye jî got ku di vê axiriyê da Tirkiye ji bo îstiqrara herêmê giraniya xwe nîşan da û stratejiyeke cidî derxist pêş.
Mert bal kişand ku digel guvaşa Îranê, Rûsya helwesteke alîgiriya Tirkiyeyê nîşan dide û wiha xeberda, "Tirkiye divê vê bandora xwe di zexta siyasî û hemleya psîkolojîk da jî biemilîne. Divê Barzanî û hikûmeta navendî ya Iraqê bên guvaştin ku PKK ji Şengalê bê derxistin."
Mert got ku Tirkiye stratejîk tevbigere û wiha axivî: "Hebûna PKKê ya Şengalê ne rewşeke normal e. Divê rêxistin li wir nemîne. Tirkiye divê zorê bide hikûmeta Iraqê û Barzanî ku ew ji herêmê bêne derxistin. Heke Barzanî dijî PKKê operasyonekê bike divê ji hewayê û bejayê piştgirî bê dayîn. Divê ewil em ji yekîneyên herêmî yên ku piştgiriyê bidin me ava bikin. Ev mimkun e, lewra têkiliyên me yên dîrokî û çandî xurt in."
Mert got ku di nav salekê de PKKê li hember TSK derbeke mezin xwariye û ji ber vê vekişiyaye Sûriyeyê.
Mert destnîşan kir ku Tirkiye nikare li hember hebûna PKKê ya li Şingalê bêdeng bimîne û wiha dewam kir: "Mutefiqên Tirkiyeyê ew tenê hîşt, lê dîsa jî Tirkiye li dijî rêxistinên terorê yên ku bûne beleya serê dinyayê têdikoşe."