10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Îdiayên derbarê "DYAyê alîkarî da PKK/PYDya rêxistina terorê" de carinan wexta alîkariya çeka dan terorîstan carinan jî bi armayên ku eskerên DYAyê bi unîformayên eskeran ve danîn xwe nîşan da.
Rayedarên DYAyî derbarê alîkarîdayinê de gotin "YPG di têkoşîna dijî DEAŞê de roleke girîng lîst" lê gotinên di vî warî de rastiya "YPGya milê çekdar a PYDyê ji terorîstên PKKyî pêk tê" neguhert.
Piştgiriya ku Rêveberiya Serokê DYAyê Barack Obama dida PYDyê di sala 2014an de piştî ku DEAŞê Kobaniyê (Eyn el Ereb) dorpêçkir derket holê.
Wexta ku ji hewayê ve alîkariya çekan didan YPGyê hat diyarkirin ku bi vê alîkariyê armanc pêşî lê girtina ketina Kobanê ye. Derket holê ku di wê serdemê de bi tonan alîkariya çek û muhîmatê dane YPGyê. Di heman demê de ji aliyê meqamên DYAyê ve hat piştrastkirin ku alîkariya çek û tibî ya ji hewayê ve kirin tev ketiye destê DEAŞê. Dîsa hat eşekere kirin ku DYA bêyî navbeynkaran bi PYDê re rasterast hevdîtin kirine.
- Niqaşa "Arma"yê
Piştgiriya ku DYAyê da PYD/YPGê ne tenê ji bo rizgarkirina Kobanê bû. Delîleke mezîn ya li ser têkiliyên di nav bera DYA û PYDê da jî, leşkerên DYAyê di şerê li dijî rêxistina terorê DEAŞê ya li Reqayê de unîformayên YPGyê li xwe kirin.
Dîmenên ku leşkerîn DYAyê unîformayên YPGê li xwe kiribûn bu sedema bertekan. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu der barê mijarê da got: "Amerikaya ku mutefîqê me ye û di mijara tekoşîna dijî terorê de biryardar e, çawa dibe ku leşkerên Amerîkayê armaya rêxistina terorê YPGê bi ûnîformayên xwe ve dixin, ev nayê qebûlkirin."
Fermandarên Amerîkî jî li ser bertekan ragihandin ku ev tevgereke nelirê ye û ji bo rewş bê sererastkirin çi hewce bike dê bikin.
- Hebûna PYD/YPG ya li "Minbicê"
Ji armancên Operasyona Mertalê Feratê yek jî ûnsûrên PKK/PYD vekşin rojhilata çemê Feratê ye, ev rewş mijara hebuna PYDê ya li Minbicê jî anî rojevê.
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu der barê mijara derketina PYDyê ya li Minbicê de got ku ev mijar çend caran bi rêveberên Amerîkayê re hatiye axaftin û Amerîkayê soz daye ku PYDê ji herêmê derxe
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford jî li ser mijara derketina PYDê ya Minbicê de çend caran axivîn. Hat gotin ku ev mijar ji hêla Tirkiyeyê ve bibaldarî tê şopandin.
- Di avahiyên terorîstan de alayên DYAyê
Bi Operasyona Mertalê Feratê ve zor li YPGya şaxa rêxistina terorê PKKê ya li Sûriyeyê hat kirin ku ew derbasî rojhilata çemê Feratê bibin.
Di vê pêvajoyê de li Tel Abyada girêdayî Reqeyê di hin avahiyên ku gelek endamên rêxistina terorê PKK/PYDê dimînin alaya DYAyê hat daliqandin.
Alayên ku li herêma Mumbatihê hatine daliqandin ji Akçakaleya navçeya Şanliurfayê jî hatin dîtin. Çavkaniyên herêmî gotin ku terorîst alayên DYAyê wek mertal bikar tînin.
Di hemû pêvajoyên ku derbas bûn da rayedarên Amerîkayê PKKya rêxistina terorê û komên kurdan ên li bakurê Sûriye û Iraqê wek hev nabînin, gotinên wan ku ku dibêjin di têkoşîna DEAŞê da rola YPGê giring e jî bi çendîn caran di dezgehên çapemenî û weşanê da cih girtin.
Pisporê ewlehiyê Abdullah Agar der heqê mijarê da ji nûçegihanê AAyê ra got ku li herêmê PKK/PYD ji bo berjewendiyên Amerîka û welatên rojava xizmetê dike.
Agar diyar kir, dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin û bi taybetî jî PKK/PYDê û rêxistinên terorê bi kar tînin.
Agar destnîşan kir, dest pê kirin û DEAŞa rêxistina terorê wek maske bi kar tînin û wiha dewam kir: "Bi taybetî dixwazin li bakurê Sûriyeyê û perçeyeke Iraqê, li Şengalê dewleteke piçûk a terorê ava bikin. Amerîka û welatên rojava ev rêxistin hem hîmaye kirin hem parastin hem fon danê hem jî perwerde kirin."
Agar diyar kir, Amerîka û welatên rojava ji bo vê rewşê li gor xwe hincet derxistin pêş û wiha dewam kir: "Hîç nabêjin ku 'me çek da YPGê.' Dêvla vê gotinê dibêjin 'Me çek da Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk.' Ev tam qurnazî ye. Sedî 80yî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji terorîstên PKKê pêk tê."
Agar destnîşan kir, welatên rojava PKKya rêxistina terorê bi nav û deng dikin û çek û muhîmmatê didin rêxistina terorê.
Agar got, "Vê gavê di destê PKKê da çekên giran, tank, roketên ûçaksavarê, hêmanên bizirx û muhîmmatên sofîstîke hene." û got ku hin çek yên Amerîkayê ne.
Agar diyar kir, ji vir şûnda polîtîkaya Donald Trump wê bandorê li herêmê bike.