QAHIRE
Doza Serokomar Mihemed Mursiyê ku bi derbeyê ji wezîfeyê hat dûrxistin û 35 kesên bi îdiaya "sîxuriyê" tên darizandin taloqî 28ê nîsanê kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dadê hatin hildan rûniştin li Akademiya Polêsan a li Qahireyê pêk hat. Lijneya dadgehê bi hinceta guhdarkirina şahidên din û guhdarkirin û temaşekirina kasetên ku di dosyeyê de rûniştin taloqî 28ê nîsanê kir.