Muhammet Kurşun
09 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku cudatiyeke ciddî di navbera Hevserokê PYDya rêxistina terorî Salih Muslîm û serekên PKKyê de derketiye.
Li gor xebera malpera resmî ya PDKyê, PYD şaxê PKKyê yê li Rojava ye.
Di xeberê de tê destnîşankirin ku PKKyê navê Salih Muslîm li cem xwe reş kiriye û ev jî di nava PYDyê de jî bûye sedemê dubendiyê.
Herwiha tê îddiakirin ku li gor agahiyên ji nav TEVDEMê belav bûne PKKyê Salih Muslîm ji deftera xwe derxistiye.
Nûnerê ENKSyê di muxalefeta Sûriyê de Şelal Gedo jî bo malperê wiha agahî da:
"Di nav PKKyê de navendek heye ku hemû biryarên der barê PYDyê de ew dide. Herwiha der heqê hemû şaxên PKKyê li welatên cuda jî ew didin."
Li ser Salih Muslîm malûmatên wiha parve kirin:
"Salih Muslîm ne xwediyê biryarê bû. Loma jî ji aliyê PKKyê ve hat reşkirin. Heta niha tu agahiyên resmî li ser dûrxistina Salih Muslim nehatine ragihandin. Lê bi qasî em dizanin desthilata wî jê hatiye standin."