Azat Muhammet
09 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
DIHOK
Berpirsê Giştî yê Cebheya Şengalê Serbest Lezgîn, diyar kir ku PKK li Şengalê haziriya şerekî mezin dike û got: "Eger PKK ji van tevgerên xwe negere dê Herêma Kurdistanê bi Pêşmerge û hemû hêzên xwe yên din cewaba van êrişên rêxistinê bide."
Lezgîn der barê rewşa dawîn li Şengalê ji bo peyamnêrê AAyê axivî ragihand ku PKK dixwaze şer di navbera wê û Pêşmerge de derkeve.
Serbest Lezgîn destnîşan kir ku PKK erebên alîgirê xwe ji Sûriyê tîne û li dijî Pêşmerge hana wan dide. Ewî wiha agahî da:
"PKKyê ji Sûriyê 500 ereb anîn Şengalê. Armanca wê ew e ku li dijî Pêşmerge xwepêşandanê bide kirin, lê kurdên êzidî rê nedan wan û ew erebên PKKyî vegeriyan Sûriyê."
Lezgîn li ser armanca PKKyê nêrîna xwe wiha îfade kir:
"PKK tank, wasiteyên bizirx û çekên din ên giran li Şengal, Xanesor û Bareyê bicih dike. Haziriya şerekî mezin li dijî Herêma Kurdistanê dike. PKK li dijî netewebûyîna me şer dike. Em van hereketan bi tu awayî qebûl nakin û her çi bibe divê ew tehemmula mesûliyetê bikin."
Lezgîn herwiha bibîr anî ku "Eger PKK ji van tevgerên xwe negere dê Herêma Kurdistanê bi Pêşmerge û hemû hêzên xwe yên din cewaba van êrişên rêxistinê bide."
Li ser mewcûdiyeta PKK û Leşkerê Roj jî wiha got:
"Niha jimareya çekdarên PKKyê li Şengal, Xanesor û Bareyê gihîştiye hezar û 500î. Armanca wan jî fitne û alozî ye. Leşkerê Roj hinek li nêzîkî Xanesorê bicih bûne, yên din jî di navbera Rebîe û Sinûnê de ne.