05 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derve John Kîrb bal kişand ser agirbesta demkî û qismî ya li Sûriyeyê ketiye rewacê û got ku bi sepandina wê lazim e li Sûriyeyê rêveberiyeke yekîtiya welêt diparêze bibe xwediyê desthilatdariyê. Kîrby ragihand ku ew naxwazin ji bo kurdên li Sûriyeyê herêmeke xweser bê avakirin.
Kîrby di civîna çapemeniyê ya rojane de fikr û ramanên li ser "Li Sûriyeyê dibe ku modela federalîzmê bê sepandin" tên nîqaşkirin nirxand.
Ji Kîrby hat pirsîn "Di civînê de kurdên Sûriyeyê bi dehan caran xwestin ku bila pergala federalîzmê bê sepandin. Gelo DYA piştgiriyê dide vê yekê? Di bersiva xwe de Kîrby destnîşan kir ku di nav armancên DYAyê de li wê derê federalî tuneye û wiha dewam kir: "Heke hûn ji min dipirsin û dibêjin gelo hûn ji bo kurdan herêmeke xweser dixwazin an na? bersiva me na ye. Em li Sûriyeyê cudahiyê nakin navbera tu mezhebekî û Sûriyeyê yekperçe qebûl dikin."