16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Li gor agahiya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û DEAŞ di serî da berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxa 2016an de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 177emîn a operasyonê da komên ku ji hêzên taybet ên mixalifan pêk tên, li El Baba ku piraniya wê hatiye bidestxistin, unsûrên DEAŞA rêxistina terorê berteref dikin.
15 terorîstên DEAŞî hatin kuştin
Fermandariya Hêzên Bejahî bi top û tifingan va 258 hedefên DEAŞê dan ber guleyan û sitargeh, kozikên parastinê û deriyên tunêlan hatin gulebarankirin.
Fermandariya Hêzên Asîmanî jî 20 hedefên DEAŞa rêxistina terorê bombebaran kirin. Di operasyona asîmanî da 15 avahiyên ku terorîst wek sitargeh bi kar tînin, du avahiyên baregeh, du cebilxane û wesaîteke bombebarkirî hat îmhakirin.
Di gulebarandin, bombebarandin û pevçûnan da bi tevahî 15 terorîstên DEAŞî hatin kuştin.