25 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
WASHINGTON
Navenda Têkoşîna bi Terorê re ya Neteweyî ya DYAyê (NCTC) rûpelên eleqedar ên malpera nivîsand ku "PYD şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ye" girt.
Navenda Têkoşîna bi Terorê re ya Neteweyî (NCTC) hemû îstixbaratên DYAyê analîz dike. Di malpera NCTCyê ya ku lê der heqê rêxistinên terorê de agahî tên dayîn de der barê PKKyê de bi serenava "Kongra-Gel (KGK) rûpelek hebû. Ev demek e ku nikarin bigihêjin rûpela ku tê de gotina "PYD şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ye" cî digirt.
Di nivîsa ku di navnîşana http://www.nctc.gov/site/groups/kgk.htmlê de cî digirt di beşekî de "Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya ku şaxa Sûriyeyê ya KGKyê ye li bakurê Sûriyeyê seranserê sînorê Tirkiyeyê li herêmên kurdan kontrol bi dest xist û hebûna xwe ya wir zêde kir."
- Peyama xetayê ya 404
Ew kesên hewl dan ku bikevin vê rûpela malperê îro nekarîn ku bigihêjine rûpelê. Ev peyam derket hemberî kesên ku hewl dan ku rûpelê vekin:
"URLya ku hûn dixwazin li ser pêşkêşkerê nîne. Têkiliya di nav rûpela referans de rojane nîne. Ji kerema xwe nivîskarê rûpela referans der barê mijarê de agahdar bikin. Heke hûn bifikirin ku ev yek xetaya pêşkêşkerê ye ji kerema xwe bi rayedarê rûpelê re bikevin têkiliyê."
- Nikarin bigihêjin belgeyên din jî
Heman metn û gotina digot ku "PYD şaxa PKKyê ye" di belgeyên bi dîroka 2013 û 2014 ya bi navê "Salnameya Têkoşîna bi Terorê re" de jî cî digirt. Îro nekarîn ku bigihêjin rûpelên malpera NCTCyê yên ku ev belge tê de bûn.
Navenda Têkoşîna bi Terorê re ya Neteweyî ya DYAyê (NCTC) wekî navenda "bankaya agahiyan" a hikûmetê ya der barê terorê de tê binavkirin. Navend bi hemû saziyên îstixbarî yên din ên welêt re dixebite û îstixbaratê analîz dike. NCTC piştgiriya îstixbarî dide saziyên hikûmetê yên din û her sal "Salnameya Têkoşîna bi Terorê re" ya ku tê de der barê hemû komên terorê yên ku li dinyayê fealiyet dikin de agahî hene, diweşîne.
Wezareta Karên Derve ya DYAyê nexwestibû ku der barê gotina NCTCyê ya wekî "PYD şaxa PKKyê ye" de şîroveyê bike.
Berdevkê Wezaretê Mark Toner diyar kir ku nûçeyên ku AAyê der barê mijarê de da dît û wiha gotibû: "Min ev malper kontrol nekir an jî belge nedîtin. Ji bo me li Wezareta Karên Derve de wek fermî ji bo pênaseya 'koma terorên biyanî' pêvajoyek heye. Ev ji bo me standarta zêrîn e ku em komekê wekî rêxistina terorê ya biyanî bi nav bikin. Ez nikarim li ser wê yekê biaxivim ka ev malper an jî sazî PYDyê çawa disinifîne."