06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku serweriya Iraqê xeta me ya sor e û ew naxwazin bi welatekê cîran ra bikevin dijayetiyê.
Ebadî di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê li dar xist da, derheqê eskerên Tirkiyeyê yên ji bo perwerdeyê li Başîkaya nêzî Mûsilê ne da got: "Ji bo hêzên Tirkiyeyê li Iraqê bin tu sedem tune ye û ev rewş bi talûke ye. Di vê mijarê de daxwazeke hikûmeta Iraqê jî tune ye. Serweriya Iraqê xeta me ya sor e. Em ê destûrê nadin tu welatî ku midaxaleyê vir bikin. Em naxwazin bi welatekê cîran ra bikevin dijayetiyê."
Tirkiye li ser daxwaza rêvebiriya Bexdayê, li kampa perwerdeyê ya li Başîkaya herêma Mûsilê hêzên herêmî ji borizgarkirina bajêr ji destê DAEŞê, perwerde dikin.