15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
HEWLÊR
Li Hewlêr, Silêmanî û Helepçeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi minasebeta salvegera 28emîn a Qetlîama Enfalê, merasimên bibîranînê hatin kirin.
Karmendên hikûmetê û welatî li ber avahiya walîtiya Hewlêrê kom bûn, li vir ji bo qurbanên qetlîamê, deqîqeyekê di sekna rêzdariyê da man.
Li hêwana konferansê ya Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê eşya, sol, cil û wêneyên kesên ku di qetlîamê da mirin û paşê cenazeyê wan hat dîtin, di rapêşiyekê da hatin nîşandan.
Dixtorê Tipa Edlî ya Hewlêrê Yasîn Kerîmê ku demek dirêj e eşyayên qurbanên Enfalê kom dike ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Qetlîama Enfalê di 8 merheleyan ra derbas bû û bela sebeb gelek sivîl hatin kuştin. Eşyayên ku li vir têne nîşandan yên qurbanên qetlîamê ne. Li Barzan, Dihok, Germiyan, Topzava û Geliyê Cafê hejmareke zêde cinaze hatin derxistin, ev tiştên ku li vir tên nîşandan ji wan man."
Li Silêmanî û Hewlêrê, di saeta ku qetlîamê dest pê kir da (serê sibê saet 09.00), trafîk sekinî û deqîqeyekê rêz hat girtin.
Li Bîranîna Enfalê ya li Çemçemala navçeya Silêmaniyê welatiyan hikûmetê protesto kir û ji ber vê merasima bîranînê ya li vir hat boykotkirin. Hat diyarkirin ku li herêmê ji bo bûyerên şidetê neqewimin bi dorfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Li Helepçeyê ber Bîrdariya Şehîdan, rayedarên hikûmetê û welatî hatin bal hev û ji bo şehîdên vir deqîqeyekê rêz girtin.
- Qetlîama Enfalê çi ye?
Qetlîama Enfalê ya ku wekî Operasyonên Enfalê tê zanîn da 182 hezar însan miribûn. Bi fermana Serokê Dewleta Iraqê Sadam Huseyîn di adara 1988an da dest pê kiribû û heta îlonê dewam kiribû. Di operayonê da 4 hezar û 500 gund hilweşiyabûn û gelek kurdên iraqî jî ji ber nebûna ewlehiya can revîbûn Tirkiye û Îranê.