Abdullah Tel
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got: "Tirkiye welatekî serdest û serbixwe ye û qedera xwe bi xwe kifş dike. Doza Brunson jî li welatekî serdest û serbixwe çawa hewce bike di wê merheleyê da dewam dike û edaleta Tirkan a mezin wê gotina dawî bibêje."
Gul ji bo gefxwarina Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku gotibû heke keşeyê Amerîkayî Andrew Craîg Brunson neyê berdan wê "li hemberî Tirkiyeyê dest bi mueyîdeyan bikin" daxuyanî da.
Gul di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir ku Tirkiye welatekî serdest û serbixweye û wiha pê da çû: "Doza Brunson jî li welatekî serdest û serbixwe çawa hewce bike di wê merheleyê da dewam dike û edaleta Tirkan a mezin wê gotina dawî bibêje."