Abdullah Tel
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Komîteya Têkîliyên Derva ya Senatoya Amerîkayê girtîbûna welatiyên Amerîkayê yên ku li Tirkiyeyê ji ber FETO û PKKya rêxistinên terorê tên darizandin wekî hincet nîşan da û pêşnûmaya ji bo Tirkiye nikaribe ji saziyên navneteweyî krediyê bistîne hatibû amadekirin, qebûl kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence wek tehdîd gotibûn ku heke keşeyê Amerîkayî Andrew Craîg Brunson neyê berdan wê li hemberî Tirkiyeyê mueyîde dest pê bikin û Komîteya Têkîliyên Derva ya Senatoya Amerîkayê jî pêşnûmaya bi navê "Qanûna Saziyên Fînansê ya Nevneteweyî ya Tirkiyeyê" ku bila Tirkiye nikaribe ji saziyên navneteweyî krediyê bistîne, qebûl kir.
Pêşnûma bi îmzeya senatorên wek Bob Corker, Bob Menendez, James Lankford, Thom Tîllîs, Jeanne Shaheen û Bîll Nelson va hat pêşkêşkirin û ji hêla Komîteya Têkiliyên Derva va jî hat qebûlkirin.
Bi pêşnûmayê tê xwestin ku saziyên fînansê yên navneteweyî bila krediyê nedin Tirkiyeyê û wek hincet jî girtîbûna welatiyên Amerîkayê yên ku li Tirkiyeyê ji ber FETO û PKKya rêxistinên terorê tên darizandin hat nîşandan.
Senator Corker di daxuyaniya xwe ya ji bo pêşnûmayê da rêgeza serxwebûna darazê tune hesiband û got: "Me tu carê nexwest ku ev pêşnûma hewce bike lê me hikûmeta Tirkiyeyê di mijara bi neheqî girtin û acizkirina welatiyên Amerîkayê û xebatkarên balyozxaneyên herêmî da hişyar kir ku dê encamê wê hebin."
Ji bo ku ev pêşnûmaya ku di Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoyê da hat qebûlkirin bibe qanûn divê him ji Senatoyê û him jî ji Meclisa Nûneran derbas bibe û ji hêla Serokê Amerîkayê va jî bê erêkirin.
Bi pêşnûmayê va tê xwestin ku bila Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Bankeya Dinyayê, Bankeya Îmar û Pêşketinê ya Ewropayê û rêvebirên Amerîkayî yên di saziyên fînansê yên navneteweyî da dixebitin nehêlin ku ji Tirkiyeyê ra alîkarî bê kirin.