Türkan Tosun
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
CENEVRE
Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî daxuyand ji bo ku bi Talibanê ra hevdîtinên aştiyê bên kirin heyeteke xurt ya ku ji 12 kesan pêk tê hatiye avakirin.
Ganî li Cenevreya Swîsreyê di Konferansa Wezîran a ku mijara wê Efxanistan e da axivî û got ji bo ku Taliban beşdarî civakeke demokratîk ya ku rêzê nîşanî mafên jinan jî dide, bibe û ew bi wê ra peymaneke aştiyê bikin, heyetek hatiye avakirin.
Ganî got daxwaza wan a herî girîng ewe ku li welêt aştî çêbibe û wiha axivî: "Me bi welatiyên xwe ra çend mehan xeber da û îstişare kir. Ez kêfxweş im eşkere bikim piştî van îstîşareyan ji bo pêvajoya aştiyê me nexşerêyek diyar kir. Di heyeta ji 12 kesan pêk tê da jin jî hene. Me ji bo peymana aştiyê mekanîzmayên hewce dike ava kir û niha em derbasî beşa din a pêvajoya aştiyê dibin."
Ganî destnîşan kir li Efxanistanê aştî ne bi kesên bijarte ra, bi gelê Efxan ra wê çêbibe û ji bo vê jî 9 komên cuda ên ji civaka Efxan pêk tê jî wek lijneya şêwirmend hatiye avakirin.
Piştî Konferansa Wezîran Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî û Nunerê Taybet ê Efxanistanê yê Sekreterê Giştî yê NYyê Tadamîchî Yamamoto wê civîneke çapemeniyê bikin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Yavuz Selîm Kiran li ser navê Tirkiyeyê beşdarî konferansê bû.