Abdullah Tel
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ÎDLIB
Digel parastina agirbestê ya ku li Soçiyê li serê lihevkirin pêk hatibû rejima Beşşar Esed û piştgirên wî êrîşên xwe yên li ser gomên Îdlib û Lazkiyeyê ku sivîl lê dijîn domandin û ji ber êrîşan jinek birîndar bû.
Rejima Esed û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan bi çekên giran êrîşên li ser cihên ku di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da dimîne, didomînin.
Rejima Esed û piştgirên wî bi top û roketan êrîşî bajaroka Temaniyê û Dar us Selam, Babolîn û Obîna gundên Îdlibê û Çiyayê Tirkmen û Çiyayê Kurmanc ên li ser Lazkiyeyê ne kirin. Di êrîşê da jinek mir.
Ji lihevkirina Soçiyê ya ku di 17ê Îlonê da dest pê kir û heta niha di êrîşên rejimê da 32 sivîl hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.