Li Mexmûrê pevçûnên di navbera pêşmergeyan û komên çekdar ên ku di serkêşiya DÎŞIyê de tevdigerin didomin. Hêzên pêşmergeyan li nehiyeya Guwerê bi cî bûne û nahêlin milîtanên DÎŞIyê pêş ve herin û ji bo vê xendekan dikolin.
Ekîba AAyê ji bo ku pevçûnên li herêmê diqewimin bikşîne çû herêmê û bi fermandarê Pêşmergeyan Mihemed Yûsiv re hevpeyvîn kir. Di vê navberê de di navbera pêşmergeyan û komên çekdar ên ku di serkêşiya DÎŞIyê de tevdigerin de pevçûn derket. Nûçegihanên AAyê dema êrîşê kişandin.
Yûsiv destnîşan kir nehiyeya Guwerê ya ku 55 kîlomêtro dûrî Hewlêrê ye ketiye destê DÎŞIyê.
Yûsiv diyar kir ku ev herêm ne di nav axa kurdan de ye, ji ber vê jî zêde pêş ve naçin û wiha got: "Lê heger ferman ji me re were, em ê operasyonan li dar bixin. Niha em di parastinê de ne. Armanca me ew e ku em Mexmûra ku nifûsê kurdan lê heye ji ber êrîşên DÎŞIyê biparêzin."