MÛSIL
Hat ragihandin ku pêşmerge û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo ku gundê Mehmûdiyeya Mûsilê bi dest bixe, bi konvoya leşkerî ya ku ji 100 wesayîtan pêk tê ve êrîşî DÎŞIyê kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê herêmê ragihand, hêzên Pêşmerge û YPGê bi konvoya leşkerî ya ku ji 100 wesayîtan pêk tê ve li dora gundê Mahmûdiyeya ku di bin kontrola DÎŞIyê de ye girtin. Hêzên Pêşmerge û YPGê ji çar aliyan ve êrîş dan destpêkirin û bi balafirşikên, doçka û tankan ve operasyonê dibin ser milîtanên DÎŞIyê.
Fermendarên pêşmergeyan gotin ku fermana operasyonê ji Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî hat.