Li gor nûçegihanê AAyê milîtanên DÎŞIyê Guwera nehiyeya Mûsilê ya ku 70 kîlomêtro dûrî Hewlêrê ye bi dest xistin. Armanca DÎŞIyê ew e ku ber bi Mexmûrê ve were. Li ser sînorê Guwer û Mexmûrê ev du roj in di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de pevçûn didomin. Pêşmerge ji bo ku Mexmûrê biparêzin xendekan dikolin, lewra milîtanên DÎŞIyê bi du wesaîtên giran ve pêş ve diçin.
Gelê li Mexmûrê jî ji bo parastinê çek hildan. Hin ciwan jî li eniyê bi pêşmergeyan re ketine parastinê. Heger Mexmûr bi dest keve, dê milîtanên DÎŞIyê bi hêsanî êrîşî Hewlêrê bikin. Ji ber vê jî Herêma Kurdistanê bi her awayî dixwaze Mexmûrê biparêze.
Berpirsiyarê Mexmûrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Necat Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku êrîşên DÎŞIyê heta niha bi ser neketin.
Elî destnîşan kir ku pêşmerge li ser rêya Geyareyê li gundên Mecîd û Hemîdê xendekên ku 24 kîlomêtro dirêj in dikolin û got ku milîtanên DÎŞIyê ev du roj in bi rê û rêbaza gerîlayan êrîş dikin. Elî got ku niha em baş mewziyên xwe diparêzin û mewziyên me xurt in.