28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
KONYA
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) ya Parlementoya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Aydin Merûf diyar kir ku him gelê herêmê û him jî nijadên li Şengalê ji hebûna PKKya rêxistina terorê ya li wê derê aciz in.
Merûf ji bo hin têkilî û hevdîtinan hat Konyayê û pirsên nûçegihanê AAyê bersivand û bertek nîşanî hebûna PKKê ya li Şengala navçeya Mûsilê da.
Parlementerê ETIyê Merûf got ku tirkmen hebûna PKKê ya li herêmê qebûl nakin û wiha dewam kir: "Him gelê herêmê û him jî nijadên ku li Şengalê ne ji hebûna PKKya rêxistina terorê gelek azic in. Li Şengal, Mexmûr û herêma başurê Kerkûkê hewcedarî bi PKKê tuneye û ji bo mayîna wan a li wê derê tu sedem jî tuneye."
Merûf ragihand ku PKK li herêmê li pey berjewendiyên siyasî ye û wiha pê da çû: "Rêveberiya bakurê Iraqê jî ji hebûna PKKê ya li Şengalê aciz bû û xwest ku bila ew ji wir derbikevin. PKK li şengalê dixwaze tirkmenan û gelê wê derê tehdîd bike, armac ev e. Bi rastî jî em vê qebûl nakin. PKK him zirarê dide derdorê û him jî dide gel. Li herêma Şengalê hêzên herêmî û artêşa Iraqê hene. Li Şengal, Mexmûr û herêma başurê Kerkûkê hewcedarî bi PKKê tuneye û hebûna wan a li wê derê him di qada navneteweyî da û him jî ji hêla gelê herêmê va nayê qebûlkirin."
- Operasyona xilaskirina Mûsilê
Der barê operasyona xilaskirina Mûsilê da jî Merûf diyar kir ku operasyon ji bo tirkmenan girîng e û ji sedî 40ê taxên Mûsilê jî ji DEAŞê hatine paqijkirin.
- "Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê û Iraqê baş tê ditîn"
Aydin Merûf daxuyand ku polîtîkaya Iraq û Sûriyeyê polîtikayeke baş e û îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê li ser mezheban polîtikayê dike ne rast in.
Merûf wiha axivî: "Ev îdia bi temamî ji bo propagandayê tê gotin. Tirkiye di polîtîkaya xwe ya bazirganî, siyasî û leşkerî de tu ferq û cudahiyê nake. M ev hem li Iraqê dît hem jî li Sûriyeyê. Hewcedariya me bi Tirkiyeyê heye. Tirkiye welatê bav û kalên me ye. Em li hêviyê ne Tirkiye her dem arîkariyê bide tirkmenên wê derê. Jixwe Serokomarê me jî di hevdîtinê de gotibû 'Êdî bila hemû dinya bibîne, tirkmenên wê derê emanetê Tirkiyeyê ne.' Xwedî ji wan razi bibe em qet tenê nehêlan."