28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Berdevkê hevpeymana navneteweyî ya li dijî DEAŞê li Iraqê hat avakirin Albay John Dorrian diyar kir ku ne mimkune mirov ji bo xilaskirina Mûsilê tarîxekê diyar bike, ev şer şerekî dijwar e.
Dorrian pirsên nûçegihanê AAyê yên derheqê "Pêvajoya operasyona Mûsilê, qewlê paşvasitandina bajêr û rola hêzên hevpeymanê ya di vî şerê de" bersivandin.
Albay Dorrian destnîşan kir ku operasyona xilaskirina Mûsilê ku di 17ê kewçêrê de ji aliyê artêşa Iraq û hêzên pêşmergeyê ve hat destpêkirin û hevpeymana navneteweyî jî piştevaniyê didê li herêmên rojhilatê Mûsilê dewam dike û wiha axivî: "Pir zor e mirov derbarê paşve sitandina Mûsilê de tarîxekê bibêje an texmîn bike."
Dorrian got ku operasyona xilaskirina Mûsilê pêşbaziyek nîne û wiha dewam kir: "Di nav de artêşa DYAyê jî ev ji bo hemû artêşên li ser rûyê erdê şerekî zehmet û dijwar e."
Li ser pirsa ku hêzên hevpeymanê piştgirî didin milîsên şiî yên Haşdî Şabiya ku bajarê Telafera tirkmen lê dijîn dorpêç kiriye jî Dorrian got: "Em li nêzî Telaferê rasterast piştgiriyê nadin hêzên Heşdî Şabiyê. Lê li wê herêmê piştgirî didin artêşa Iraqê ya ku tevdigere. Êrîşên asîmanî yên li ser hedefên DEAŞê yên ku li Iraqê tên tespîtkirin wê bidome.
Dorrian di bo operasyona li rojhilatê Mûsilê ku du meh berê destpêkiribû û niha tê gotin ku sekinîye jî got: "Em wisabawer dikin ku artêşa Iraqê di wexteke ku ew bi xwe kifş bikin da wê dest bi êrîşên xwe bikin. Em der barê pêşeroja operasyon, ewlehî û pêvajoya bilezkirina wê da nikarin agahiya parve bikin."
Albay Dorrian der barê rola hêzên koalîsyonê yên operasyona Mûsilê da jî diyar kir ku ew piştgirî didin artêşa Iraqê û şêwirmendiyê ji wan ra dikin û got ku ji 17ê cotmehê vir va 7 hezar û 500 êrîş birin ser hedefên DEAŞê.