ŞANLIURFA
Jineke kurd a ku ji ber êrîşên DÎŞIyê xwe sipart Tirkiyeyê û zarokeke wê çêbû, ji ber hesreta welatê xwe navê "Welat" li kurê xwe kir.
Medîne Kadreya ji Kobanêyê nêzî 20 roj berê tevî 3 zarokên xwe xwe sipart Tirkiyeyê. Tîmên AFADê Kadreya ku bi hemle bû piştî midaxeleya ewil rakirin nexweşxaneya ku li sînor hatiye avakirin.
Ji ber ku êşa Kadreyê zêde bû ew rakirin nexweşxaneya li Rihayê û zarokeke wê yê kurîn çêbû. Kadreyê ji ber hesereta welatê xwe navê "Welat" li kurê xwe kir.
Kadreyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber êrîşên DÎŞIyê xwe sipart Tirkiyeyê.
Kadreyê destnîşan kir ku naxwaze zarokên wê bê welat mezin bibin û wiha got: "Di nav şert û mercên dijwar de hatim ber sînor. Ji ber ku bi hemle bûm min zehmetî kişand û piştî ku derbasî Tirkiyeyê bûm êşa min zêde bû û ez rakirim nexweşxaneya li Rihayê. Li vir kurekî min çêbû û ji ber hesreta welatê xwe min navê 'Welat' li kurê xwe kir."