Dlshad Saifaalddin Ahmed
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
SILÊMANî
Rêberê Bizotneweya Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz li ser helwesta Tirkiyê ya beramber Herêma Kurdistana Iraqê got: "Em sipasiya Tirkiyê dikin ku gaveke emelî li hemberî xelkê Kurdistanê neavêt. Herçiqas li hemberî referandûma fikarên wan hebûn jî ev yek nekirin."
Serokê Bizotneweyê Îrfan Elî Ebdulezîz li ser guherînên dawîn ên li Herêma Kurdistana Iraqê, encama referandûmê, çareseriya rewşa niha ya li Herêmê û mijarên din ên navxweyî daxuyaniyanî da peyamnêrê AAyê.
Îrfan Elî, li ser referandûmê û encamên wê wiha axivî:
"Divabû referandûm wek çekeke dîplomasiyê bihata bikaranîn. Me berî niha jî anîbû ziman ku divê ji bo konfederaliyê ji referandûmê sûd were girtin ne serxwebûnê. Lewre sîstema îqlîmî û cîhanî serxwebûnê qebûl nake. Ev sîstema heyî jî bêsûd û tu krîzê çareser nake. Dinyayê hemûyî hişyarî da, bi taybetî Wezîrê Derveyî yê Tirkiyê jî hat, lê rewş gihîşt halê niha."
Der barê rewşa Kerkûkê û herêmên binîqaş de jî Serokê Bizotneweyê wiha nirxandin kir:
"Niha Emrîka û welatên din ji rewşa îro gilîdar nînin. Wê demê lazim e têkilî asayî bibin û li ser vê rastiyê hevdîtin werin kirin. Zexteke mezin li ser Bexdayê heye ji aliyê Heşda Şebiyê ve. Ew hêzên piştgiriya Heşa Şebiyê dikin naxwazin Herêma Kurdistanê bimîne."
Ji bo hilweşandina encamê referandûmê jî Serokê Bizotneweyê wiha got:
"Mijara hilweşandinê ji cemidandinê cudatir e. Hikûmet bi xwe dikare bicemidîne lê hilweşandin bo tarîxê maye û derbas bûye. Hikûmet nikare hilweşîne. Mehkemeya Federal jî ev sekinandiye. Eger hikûmeta Iraqê bixwaze guftûgoyê bike ev nabe problem. Lewra referandûm hatiye cemidandin, Ev ji bo Emrîka û yên din jî baş e."
Li ser têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê piştî referandûmê Îrfan Elî wiha axivî:
"Em di destpêkê de sipasiya Tirkiyê dikin ku gaveke emelî ji bo ziyangihandina xelkê Kurdistanê neavêt. Ewa hat kirin tenê gilî bû li rêya televizyonê. Gilîkirin heqê wan e jî. Gelekî gilî kirin lê gaveke emelî neavêtin. Deriyê sînorî negirtin û rêyeke eskerî hilnebijartin. Xelkê din kir lê ewan nekir."
Herwiha temennî kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di demeke nêzîk de here Tirkiyê û têkilî asayî bibin.
Îrfan Elî, ji bo hilweşandina hikûmeta Herêmê jî raya xwe wiha eşkere kir:
"Dê kî hikûmeta nîştimanî durist bike? Kêşeyên civakî, aborî û siyasî li Herêma Kurdistanê sîstematîk in. Yanî ji aliyê sîstemê ve sîstemeke xerab a Herêmê heye. Niha du hêz li Herêmê hene, du asayiş û hêza eskerî. Li Silêmanî û Hewlêrê giraniya van heye. Hikûmet çi dibe bila bibe divê ev herdu hêz durist bikin. Kî tê bila were bêyî van hêzan nikare hikûmetê ava bike û birêve bibe.
Der barê hêzên çekdar ên biyanî de jî wiha agahî da:
"Li Iraqê piştî bûyerên 2003an hetanî niha çend hez li welatê me hene. Yên welatên cîran, Ewropa û Emrîkayê li Iraqê hene. Gelek caran jî serêşî bo xelkê Iraqê çêkirine. Di bûyera dawîn de jî rola van hêzan li hemberî Herêma Kurdistanê ne baş bû. Hebûna çekdarên wek PKKê û yên din zehmetiyê ji Kurdistanê re çêdikin. Lewra lazim e em garantiyê bidin cîranan ku ev hêz li ser wan nabin tehdîd. Ji bo wê jî lazim e em nehêlin ev hêzên çekdar di nav Herêmê de bimînin.
Li ser îddiayên Îsraîlê jî got:
"Hikûmeta Kurdistanê bi xwe ragihand ku tu pêwendiya wan bi Îsraîlê re tuneye û ew bilindkirina alaya Îsraîlê şermezar kir. Eger kesekî Alaya Kurdistanê hildabe nayê me'neya wê yekê ku xelkê Kurdistanê piştgirê Îsraîlê ye. Xelkê Kurdistanê bi tu awayî piştgiriya Îsraîlê nake."
Di dawiyê de got ewê li şûna parlamenterê wan ê wefatkirî Şiwan Qeladizî kesekî nû destnîşan bikin.