Muhammet Kurşun
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
MOSKOVA
Wênekêşên Rûs yên ku di pêşbaziya "Istanbul Photo Awards 2017" ya AAyê de ketin dereceyê diyar kir ku ew kêfxweş in projeyên wan ne tenê li Rûsyayê herwiha li New York, Stenbol û gelek aliyên dinyayê tên nîşandan.
Fotoyên bixelat ên "Istanbul Photo Awards 2017"an li Moskovaya paytextê Rûsyayê pêşkêşî hunerhezan hatin kirin.
Wênekêş Mary Gelmana ku di kategoriya "Portreya Peyapey" de bi xebata xwe ya jinên mexdûr bû yekemîn, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got ji bo projeya xwe derxîne derveyî Rûsyayê û zehmetiyên ku jin dikişînin li welatên din jî nîşan bide beşdarî pêşbaziyê bûye.
Gelmanê diyar kir ku ewê bi saya "Istanbul Photo Awards 2017”ê fotoyên xwe li Stenbol û New Yorkê jî gihandine hunerhezan û ji bo ku di pêşbaziyê de bi ser ketiye kêfxweş e.
Elena Anosovaya ku di kategoriya "Tebîet&Jîngeh Peyapey"ê de xelata duyemîniyê girt got bi saya xelata "Istanbul Photo Awards 2017”ê wê bikare projeyên xwe yên nû bicih bike.
Anosovayê got: "Ez li herêma Sîbîryayê ku çûn û hatin zehmet e û piranî însanên pîr lê dijîn dixebitim. Însan ji dîtina cihên wisa îzolekirî hez dikin. Dema min bihîst ku di pêşbaziyê de bi ser ketime gelekî kêfxweş bûm. Bi taybetî eger hûn wênekêşeke serbixwe bin hûn dikarin bi saya van xelatan projeyên xwe bidomînin."
Aleksey Filippov jî di kategoriya "Çîrokê Sporê" de bi fotoyên peyapey yên "Serê Tiliyan" di pêşbaziya "Istanbul Photo Awards 2017"an de bû duyemîn got ev çalakî gelekî muhîm e.