Sevim Hatun
28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "(Mutabakata Tirkiye-Îsraîlê) Hêviya min ev e ku serdema nû ji bo her du welatan jî bi xêr be. Ez cardin şehîdên me yên di keştiya Mavî Marmarayê da alîkariya însanî ji Xezzeya di bin abloqeyê da dibirin bibîrtînim."
Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî bernameya fitarê ya 9emîn a Kewneşopî ya Serbalyozan a li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin bû li vir axivî.
Serokwezîr Yildirim got: "Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaya mitefîk û hevparê me kampanyaya hilbijartinê ya serokatiyê dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê da hin gotegotên li dijî îslamê derdikevin pêş, em dixwazin aciziya xwe ya ji ber vê bînin ziman."
Yildirim bal kişand li ser mutabakata Tirkiye-Îsraîlê û wiha dewam kir:
"Hêviya min ev e ku serdema nû ji bo her du welatan jî bi xêr be. Ez cardin şehîdên me yên di keştiya Mavî Marmarayê da alîkariya însanî ji Xezzeya di bin abloqeyê da dibirin bibîrtînim. Xwedê rehma xwe li wan bike. Bi vê wesîleyê dixwazim careke din helwesta Tirkiyeyê ya di vê mijarê da eşkere bikim. Em ê her tim li aliyê mirovatiyê bin. Em ji bo hemûyan ya herî baş dixwazin. Em mafê însanên ku li Xezzeyê nikarin dermanekê peyda bikin, mafê însanên xizan ên li Myanmarê, însanên bê sûc û guneh ên ji Helebê hatin sirgûnkirin diparêzin. Me duh jî ew parastibûn û em ê îro jî ji ya xwe neyên xwarê."