Sevim Hatun
28 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf ra li ser têlefonê hevdîtin kir. Davutoglu, ji bo êrîşa terorî ya li Lahorê qewimî, sersaxî da Şerîf.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin hildan, Davutoglu di hevdîtinê da, êrîşa terorê ku di encamê da zêdetirî 70 mirovî mirin şermezar kir û got em êşa Pakistana bira, parve dikin.
Ahmet Davutoglu sersaxî da gelê Pakistanê û got ku di têkoşîna dijî terorê da, Tirkiye piştgirê Pakistanê ye.
Serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf spasiya Davutoglu kir û cardin got ku ew êrîşên terorê yên li Tirkiyê diqewimin, şermezar dikin. Şerîf got, ez bawer im ew ê Tirkiye û Pakistan bi tevkariyê va, terorîzmê têk bibin.