Haydar Şahin
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
NEW YORK
Donald Trumpê Serokê DYAyê 7 meh e li ser wezîfeyê ye û ji xêncî Jared Kushner hemû kesên li nêzî wî yên li Qesra Sipî îstifa kirin, herî dawîn jî "Komîteya Hunerê" ya ku ji 16 kesan pêk tê îstifa kir.
Komîteya Hunerê ya Qesra Sipî ya ku ji 16 endamên hunermend, nivîskar û mîmar pêk tê piştî xwepêşandanên tundiyê yên li Charlottesvilleyê îstifa kir. Komîteyê ji ber ku Trump neteweperestên rastgir ên Amerîkayê parast ji bo protestoyê ev biryara da.
Hat ragihandin ku 16 endamên ku di nav wan da Chuck Closeyê resam, Jhumpa Lahiriya nivîskar, Thom Mayneyê mîmar, John Lloyd Youngê lîstikvanê muzîkala "Jersey Boys" jî hene bi nameya ku ji Trump ra şandin va îstifa kirin.
Endamên komîteyê di nameyê da wiha gotin: "Piştî ku piştgirî da terorîst û komên rikdariyê yên ku li Charlottesvilleyê welatiyên Amerîkayê kuştin û birîndar kirin, şermezarkirina herî mezin lazim kir."