Nihat Kavşut
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Ebdilahê Ganayî yê dema li gundê wî ji bo TVyê dîmen tên girtin rastî droneyê tê û dibêje "Hûn dikarin yeka mezintir çêkin û min pê bibin Hîcazê?" û li ser medyaya civakî hat naskirin bi hewldanên Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji bo xeyala wî ya hecê bi cî were ber destê sibehê hat Tirkiyeyê.
Al Hesen Ebdilah bi balafira Rêhewayên Tirkiyeyê ji Akraya paytextê Ganayê hat Balafirgeha Ataturkê û Mihemmed Fewzî Amînu Amaduyê rêvebirê şirketeke taybet jî pê ra hat.
Ebdilahê li Tirkiyeyê hat pêşwazîkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber ku hatiye Stenbolê kêfxweş e û got bi îzn û qeweta Xwedê tiştên wiha xweş dijî.
- Sipasiya Tirkiyeyê kir
Ebdilah ji bo alîkariya didin sipasiya dewleta Tirkiyeyê kir.
Parêzer Cîhad Gokdemirê Alîkarê Serokê Komeleya Alîkarî û Dostaniyê ya Ganayê ku pêşwaziya Ebdilah kir jî got çîroka apê Evdila çend roj beriya serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya par li Ganayê hat kirin dest pê dike û wiha got: "Beriya serdana Erdogan li gundê apê Ebdilah bi droneyê dîmen tên girtin. Apê Evdila droneyê dibîne, lê mêze dike, dipirse ev çi ye. Wexta pê dihese ev cêhaz difire dibêje 'Hûn dikarin yeka mezintir çêkin û min pê bibin Hîcazê?' Peyra hevalekî di TRT Worldê da dixebite vê li ser Twitterê bar dike. Peyra gelek kesên li Tirkiyeyê xwestin apê Ebdilah bibin hecê."
Gokdemir destnîşan kir bi hewldanên Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji bo xeyala wî ya hecê bi cî were Al Hesen Ebdilah hat Tirkiyeyê.