21 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku firokeyên artêşa Sûriyeyê bi bombeyên warêlê êrîşî Xan Asela Anadana navçeya Helebê kirin û di êrîşê da 7 sivîl mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt firokeyên artêşê bi bombeyên warêlê êrîşî Xan Asela li rojavayê Anadanê kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da 7 sivîl mirin û 32 kes jî birîndar bûn û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hêzên rejimê 4 sal in êrîşî herêmên Helebê yên di destê mixalifan da ne dikin. Di heyamên dawîn da firoke û balafirên şer ên artêşê bi bombeyên vakum û warêlê êrîş dikin. Ji ber êrîşên rejimê li bajêr zirareke mezin çêbûye.