Muhammet Kurşun
06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
PARÎS
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê rakirin an ranekirina binkeya eskerî li Qeterê de wiha got: "Heta ku Qeter tiştekî wisa ji me nexwaze, em tiştekî nakin, qetiyen nakin."
Erdogan, mulaqetek da qenala televizyonê ya France 24ê û nirxandinên giring kirin.
Der barê pirseke li ser daxwazên her 4 welatên Kendavê û cewaba Qeterê de Erdogan wiha axivî:
"Em naxwazin herêma Kendavê bibe navenda krîzeke nû. Li Sûriye û Iraqê jixwe krîzeke ciddî heye, em naxwazin ev li Kendavê jî bibe. Halê hazir Siûdî welatê herî bihêz e. Em ji Melikê Siûdiyê dixwazin bila destûrê nede ku krîzeke nû çêbibe. Hem wek umir ji tevan mezintir e û hem jî ji aliyê aboriyê ve rewşa wê pir baş e. 13 xal jî zextên Qeterê ji dewletbûnê derdixin."
Erdogan li ser daxwazên Siûdî, Misir, Îmarat û Behreynê wiha got:
"Ev daxwaz qetiyen nayên qebûlkirin. Yanî di vir de madeyên wisa hene ku dibêje ez te wek dewlet qebûl nakim. Em nikarin tiştekî wisa qebûl bikin. Me sala 2014an peymana binkeya eskerî îmze kiriye. Peymana parastinê. Qeterê daxwaz kir me jî got erê. Niha dibêjin hûnê vê binkeyê rakin. Ez vê bibêjin, heta Qeter tiştekî wisa nexwaze em qetiyen ranakin. Niha li wir Fransa û Emrîka jî xwedî binke ne, çima nabêjin bila ew jî rabin? Em li pişt peymana xwe ne û emê heta dawiyê li pişt bin. Lê eger Qeter nexwaze em li cihê neyên xwestin nasekinin."