Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Gelo tu wisa bawer dikî ku em dê ew rojên ku te bi qunciknivîsên xwe êrîşî me kir, ji bîr bikin? Ez bûm serokomar tu dîsa bi heman awayî berdewam dikî. Tu li hember dengên ku milet dide rêz nagirî."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî vekirina Qada Rekreasyonê ya Esertepeyê bû û da zanîn ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu duh bi nivîskarên rêxistina paralel re sohbet kir û di sohbetê de got "Li Tirkiyeyê dewleta partiyekî tenê heye".
Erdogan diyar kir ku guhê Kemal Kiliçdaroglu "nabihîze ka çi dibêje" û wiha axivî:
"Wek mînak jî CHPya tek partiyê ya salên 1930yî ya ku walî dibûn serokbajêrên partiyê nîşan dide. Ew bi xwe kî ye, niha serokê giştî yê CHPyê ye. Dema mêrxasiya xwe nîşan dide derewan dike. Di vê navberê de ji nivîskarên rojnameyekê din re jî qala kêfxweşiya xwe ya dema ku ji midûriya giştî bilind bû serokatiya giştî dike.
Me ji nezaketa xwe jê re got serokê giştî, em dibêjin lê piştî ku ew hat vê meqamê. Hûn dizanin ku min berê niha jê re her dem digot midûrê giştî. Ji ber ku nekarî ji midûriya giştî terfî bike. Ew bi xwe li ber çavê gel heta dawiya emrê xwe dê wek midûrê giştî yê ku SSKyê da îflaskirin, bi birêvebiriya xwe ya rezîl a SSKyê jiyanê ji gel re kir wek jehrê, bi qasedan li qoltixê rûnişt dê wek midûrê giştî bimîne."
-"Gel ji eqlê mirov dikeve şikê"
Serokomar Erdogan diyar kir Kiliçdaroglu dema heyama partiyek tenê wek mînak nîşan da îdia kir ku rewşa niha ji ya wê heyamê xirabtir e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev gel ji eqlê ew kesê dibêje ku rewşa Tirkiyeyê ya niha ji rewşa heyama tek partiyê ya salên 1930yî, 1940î xirabtir e, dikeve şikê. Ew çax tu çima heyî, tu muxalefeteke çawa yî. Ligel de muxalefeteke din jî heye, yekî din jî heye. Ev partî hemû li holê ne. Lê di heyama partiyek tenê de ji bilî partiya ku tu niha endamê wê yî tu partî tunebûn. Di ser de jî wek serokbajêrên xwe wekî walî tayînê bajêran dikir. Axayên we, bavên we ev dikir. Hemd ji Xwedê re li ba tiştên wiha tunin."
Erdogan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê nêzî 80yî partiyên siyasî hene û ji vana jî nêzî 30yî partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê dibin, li TBMMyê komên 4 partiyan hene.
-"Ey Dogan tu çima aciz bûyî?"
Erdogan got Koma Çapemeniyê ya Dogan bi sernivîsarekî dema wî û li ser daxuyaniyên wî yên der barê li Misrê darvekirina Mûrsî de "begefendî aciz bûn."
Erdogan qal kir ku bi awayekî ku îma bike "Biryara ku mirov mat dihêle, ji bo Mûrsiyê ku li Misrê ji sedî 52yê dengan sitandiye biryara darvekirinê" nivîsandin û got dema ku li çapemeniya civakî gelekî di ser wan de çûn, ev nivîs ji weşanê rakirin.
Serokomar Erdogan wiha bangî Koma Çapemeniyê ya Dogan kir:
"Niha ey Dogan tu çima aciz dibî? Ma tu nebî yê ku seranava '411 dest ji bo kaosê rabûn' avêt, tu nebûyî yê ku dema mafê min ê hilbijartinê ji destê min hat sitandin serenaveke wekî 'nikare bibe muxtar' jî nivîsand? Gelo tu wisa bawer dikî ku em dê ew rojên ku te bi qunciknivîsarên xwe êrîşî me kir, ji bîr bikin? Ez bûm serokomar tu dîsa bi heman awayî berdewam dikî. Tu li hember dengên ku gel dide rêz nagirî. Tu bi rêya îmayê vê dikî. Lê binêre Dogan, ez vê bibêjim. Kesên ku bin bal min, niha yên li hember ekranên xwe rêzefîlman temaşe dikin, ez vê ji hemû gelê xwe re qise dikim. Min heta niha ev li tu derê negot, ez ê ji niha pê ve bibêjim. Ev mijareke gelekî hesas e. Ma tu nebî yê ku hatî bal min û got 'min di heyama we de 5 qat bêtir qezenc kir'. Ma tu nebî yê li Otêla Conradê ya Stenbolê ji min re ev tişt gotin: 'Ez Birêz Demîrel re jî xebitîm. Ez bi Tansû Xanimê re jî xebitîm. Bi Ozal re jî xebitîm, bi çapemeniyê jî nabe, bê wê jî nabe, ev gote min. Tansû Xanimê jixwe nekarî bi me re bike.' Wi dema ev qise kirin min wê çaxê ev gotinê: 'Aydin Beg, ez li Kasimpaşayê jidayik bûm û wir mezin bûm. Ez dixwazim ku hûn vê hîn bibin. Deynekî me yê ku em ê bidin Rebê xwe heye, deynê can. Wext û saeta wî ligel Wî diyar e lê ez dizanim ku hûn vê bizanin. Tu dê her dem bikarî heqê xwe bistînî lê wekî ku te ji kesên beriya me sitand tu nikarî tiştê ku heqê te nebe bistînî. Divê tu vê bizanibî.' Min ev gotê."
-"Ev tehrîkkarê hovîtiyekî ne"
Erdogan bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê de bû namzed û wiha axivî:
"Seranserê kampanyaya hilbijartinê de vê namzedê wekî pop starekî pêşkêş kir, her wekî hewariyekî demokrasiyê be, wekî îdolekî mafên mirovan pêşkêşî gel kirin, niha jî heman tiştê dikin. Pişt re vê Serokê Giştî di bûyerên 6-8ê cotmehê de makyaja wan xirabû, çi kir? Birayên me yên kurd daxist kolanan, 40 kes mir. Yasîn Boru ji qata pêncemîn avêtin û dan ber keviran kuştin. Gelo qet ser vê diaxivin? Vê qet tînin ziman an na? Naynin. Ez ji vir bangî birayên xwe yên kurd dikim: Me we tu car ji xwe cuda nekir em nakin jî. Ji ber ku me 'ew wiha dibêjin, ev wisa dibêjin' ne, bi kurd, tirk, ereb, çerkez, gurcî, ebaza, boşnak, arnewîd û roman... kî bê eqlê we bila bê, em ji ber aferîner ji hemû afîrînan hez dikin.
Lê belê ev wekî tehrîkkarê hovîtiyekî, wekî musebbîbekî derketine holê, bêyî ku qet şerm û fêdî bikin ji bo êrîşa li ser avahiya xwe me sûcdar dikin. Çek karê we ye. Bombe karê we ye. Şîdet karê we ye. Xirakirin û şewitandin karê we ye. Me di seranserê jiyana xwe de tenê amûrên meşrû yên siyasetê bi kar anîn. Hûn diçin ser çiyê jî tên, bi çiyê re jî baş li hev dikin. Ji çiyê jî tehdît tên. Dê çi be? Gelo hûn wisa difikirin ku bi van tehdîdan bigihêjin cihekî? Me ji bo ku mirov nemirin têkoşîn da. Me pêvajoya çareseriyê ji bo vê da destpêkirin."
news_share_descriptionsubscription_contact
