Önder Beyter
30 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2020
Li Şerîeya Rojava ya dagirkirî, eskerên Îsraîlê bi ser bajarê Ramallahê da girtin û 5 Filistînî binçav kirin.
Li gorî agahiya ku ji şahiyên bûyerê hat wergirtin, eskerên Îsraîlê bi ser hin taxên Ramallahê da girtin. Eskerên ku 5 Filistînî binçav kirin, dest danîn ser wesayîta Filistîniyekî jî.
Di navbera Filistîniyên ku bertek nîşanî vê yekê dan û derketin kolanan û her wiha eskerên Îsraîlê da alozî derket. Hêzên Îsraîlê ji bo ku Filistînî belav bibin, xaza rondikrêj û guleyên plastîk û rastîn teqandin.
Di bûyeran da heta niha tu kes birîndar nebû.
Hêzên Îsraîlê ku li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê bi ser malan da digirin, bi îdiayên cur be cur Filistîniyan binçav dikin.