Türkan Tosun
12 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Eskerên Îsraîlê li El Xelîla bajarê Şerîaya Rojava ji ber îdiaya êrîşa biçek kiriye, Filistîniyek şehîd kir.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Fîilistînê da hat gotin Filistîniyekî nasnameya wî hê nediyar e ji ber guleyên eskerên Îsraîlê şehîd ketiye.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da jî hat gotin li bajarê El Xelîlê li hemberî eskerên Îsarîlê êrîşa biçek hatiye kirin. Saziya Weşana Kamuyê ya Îsraîlê KANê jî daxuyandibû ku ew Filistîniyê ku tê idiakirin êrîş kiriye, hatiye berterefkirin.
Hêzên Îsraîlê ji ber hincetên wek "êrîşa biçek kirine" û "hewl dane bi wesayîtê va bipelçiqînin" mafên Filistîniyan binpê dikin.
Rêxistinên mafên mirovan jî dibêjin Îsraîl li hemberî Filistîniyan înfazên bêdarizandin dikin.