12 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê li Kampa Holê ya li Hesekeya dagir kiribû miemeleyeke nebaş li sivîlan dike.
Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekeyê di van rojên dawîn da bi binpêkirina mafên mirovan tê rojeva Neteweyêyên Yekbûyî (NY).
Henrietta Foreya Direktora Giştî ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya xwe ya do da bal kişand ku rewşa li kampê her diçe xirab dibe û wiha got: "Tê zanîn ku di rêbendanê da ji zarokên ku ji bo bigihîjin kampê ji Bagozê dest bi meşê kirin û 300 kîlomêtre rê meşiyan 60 kes mirin."
Jens Laerke Berdevkê Ofêsa Kordinasyona Karên Însanî ya NYyê di daxuyaniya xwe ya serê mehê da diyar kiribû ku li gor raporan li kampê ji sedî 90ê wan emrê wan ji 5 salî piçûktir herî kêm 84 sivîl mirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Hesekeyê sitandin, YPG/PKKyê di nîsana 2017an da kampa li bajaroka Holê ava kir.
YPG/PKKyê sivîlên ji pevçûnên li Dêrazora yên bi DEAŞê ra revîn anî vê kampê.
YPG/PKK nika jî malbatên DEAŞiyên teslîm bûne tîne vê kampê û hin tiştên nebaş tîne serê wan.
- Kirinên riswaker
Rêxistin pêşiyê wêneyên sivîlan dikişîne û dest dide ser nasnameyên wan. Bo zorê laçika serê yên sergirtî derdixe, li ser û gohên wan digere û di sermayê da bi saetan wan dide sekinandin.
Tê gotin ku li kampê hîjyen tune, kon qul in, dîroka xwarinan derbas bûye, derman nadin kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene.
- Kêmzêde 100 zarok û 10 jin mirin
Li gor çavkaniyên AAyê li kampê hetanî nika ji ber zilma YPG/PKKyê û şert û mercên nebaş kêmzêde 100 zarok, 10 jin û kalek mirin.
6 zarok di binê wesayîtên YPG/PKKyiyan da man û mirin.
12 kes ji ber teqîna tupê mezin mirin.