Mustafa Deveci
21 Hezîran 2021•Rojanekirin: 22 Hezîran 2021
Hat ragihandin eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 15 Filistînî binçav kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî hêzên Îsraîlê bi şev avêtin ser hin herêmên Şerîeya Rojava.
Di van operasyonan da 15 Filistînî hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê gelek caran li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava diavêjin ser malên Filistîniyan û bi hin îdiayan wan binçav dikin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat caran bi rojan ji Filistîniyên binçavkirî yên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan xeber nayê hildan û li navendên binçavkirinê tên girtin.