Haydar Şahin
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derva diyar kir ku Rapora Tirkiyeyê ya ku bi destê Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) hat amadekirin objektîf û hevgir nîne.
Di daxuyaniya Wezaretê da bertek nîşanî Rapora Tirkiyeyê ya 2018an a Komisyona YEyê amade kiribû dan.
Di daxuyniyê da hat diyarkirin ku Komisyona YEyê îro Rapora Tirkiyeyê weşand û wiha hat gotin: "Mixabin Komisyona YEyê di vê raporê da nîşan da ku naxwaze vê dema em jê ra derbas dibin fehm bike. Me gelek caran bi belgeyan ji wan ra qalê kir lêbelê Komisyon objektîf tev negeriyaye."
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Tirkiye di heman demê da li dijî PKK, DEAŞ, FETO û gelek rêxistinên terorê têkoşînê dide û wiha hat gotin:
"Di raporê da bal nekişandine ser FETOya bi bêbextî êrîşî gel, parlementi û dewleta me kir, ev kêmasiyeke mezin e. Di gelek ciyên raporê da qala tevdîrên Tirkiyeyê piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê hilda dikin lêbelê di hin ciyên raporê da jî qala îtham û îdiayên bêbingeh ên kesên melûm jî dikin. Welatê me beriya her tiştî ji bo parastina azadî û mafên demokratîk ên gelê xwe Rewşa Derasayî îlan kir. Ji YEyê û hevkarên navneteweyî ra qala tevdîran kir. Ji wan ra got ku ev di çarçoveya qanûnan da tên kirin. Her çiqasî hal ev be jî di raporê da cî dane îtham û îdiayên bêbingeh ên li dijî weltê me, ev tu carê nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku tevdîrên Tirkiyeyê hilda kêrî welatên YEyê jî tên û wiha hat nivîsandin: "Tevdîrên ku me li dijî rêxistinên terorê hildan hem ji bo ewlehiya me ya neteweyî hem jî ji bo ewlehiya welatên YEyê kêr tên. Em dixwazin carekî dîsa bi bîr bixin ku PKK/PYD/YPG ji bo welatên YEyê tehdîdeke mezin e."
- Mijara Qibrîsê
Ji bo di raporê da nirxandina mijara Qibrîsê jî wiha hat gotin: "YE di mijara Qibrîsê da nêrînên xwe yên şaş dubare dike. Gotinên di raporê da helwesta Qibrîsa Ruman a sedema biserneketina pêvajoya mizakereyan nîşan dide. YE di mijarê da yekalî tev digere ev jî nîşan dide ku ji bo Behra Sipî ya Rojhilatê vizyona wan a demdirêj tune."
- Operasyona Çiqlê Zeytûnê
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di raporê da balê dikişînin ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Tirkiyeyê ji bo berterefkirina tehdîda terorê dabû destpêkirin û wiha hat gotin: "Vê operasyonê nîşan da ku meriv çito dikare zirarê nede sivîlan û li dijî terorê têkoşînê bide. Ji bo biserketina têkoşîna dijî terorê dibê YE û hemû civaka navneteweyî helwesteke saxlem nîşan bide, cudahiyê nexe navbera rêxistinên terorê."