12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) îdiaya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (HDS) ku beşa herî mezin ji PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê pêk tê, li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand û piştgirî da PYDyê.
CENTCOMê li ser hesabê Twitterê îdiaya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ku dibêjin "Têkiliya me bi PKKyê ra tuneye" weşand û piştgiriyê da PYDyê.
CENTCOMê li ser daxuyaniya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê "Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê piştrast dike ku tu têkiliyeke wan bi PKKyê ra tuneye" nivîsand û "berdevki"ya PYDyê kir.
Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê jî do di daxuyaniya çapemeniyê da ji bo PYDyê wiha gotibû: "Divê ji bo pêvajoyeke dûr û dirêj li Sûriyeyê bibe perçeyekî hewldanên ji bo çareseriya polîtîk."