12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Wezîrê Parastina DYAyê Ashton Carter got: "Sedema vê êrîşkarî û provokasyona Rûsyayê mixabin helwesta wê ya şaş û kîndar e."
Carter di merasima ku Xelata Serokên Ewlehiya Neteweyî ya Sam Nûnn a li Navenda Etutên Stratejîk a Navneteweyî îsal hat kirin de xelat wergirt û li vir xîtabî beşdarvanan kir.
Carter di axaftina li vir kir de bal kişand ser mijarên wekî têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorê, polîtîkaya dengeyê ya DYAyê li hemberî Çîna li herêma Asya Pasîfîkê.
Carter wiha domand:
"Îro mixabin sedema êrîşkarî û provokasyona Rûsyayê, daxwaz û rikberiyeke çewt e. Em li Ukrayna û Gurcistanê êrîşkariya Rûsyayê, di trajediya Sûriyeyê da rola wê ya bêfeyde, êrîşên wê yên sîber, binpêkirina peymanên çavdêriya çekan û yên din û herwiha gefên wê yên şerê nukleerê dibînin. Ev cure tevger, di 21emîn sedsalê da dinya ji dewleteke xwedan xîret, hêvî nake."
Carter bal kişand ku DYA nîv qirn e ku li hemberî Rûsyayê stratejiyeke bihêz û hevseng dimeşîne.
Wezîr Carter diyar kir ku DYAyê li Ewropayê hebûna xwe ya leşkerî zêde kir û da bibîrxistin ku wan, budçeya parastina hevkarên li herêmê ya li hemberî tehdîda ûris, ji sala borî vir va 4 qat zêde kirin.