ANKARA
Balafireke Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê ji bo 33 filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de birîndar bûn bîne Tirkiyeyê çû Îsraîlê.
Ji bo kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de birîndar bûn û rewşa wan giran e li Tirkiyeyê bên tedawîkirin xebat hatin kirin û niha ew xebat didomin.
Di çarçoveya xebatê de balafira bi tîpa C-130yî û bi nimareya 70 - 1947an ya Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê ji bo 33 filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de birîndar bûn bîne Tirkiyeyê çû Balafirgeha Tel Avîv Ben Gûrîon a Îsraîlê.
Wezîfedarê Ekîba Xelaskirina Neteweyî ya Marmaraya Başûr (UMKE) Op. Dr. Ugur Duman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku UMKE ji bo birîndarên ku li Xezeyê ne bîne Tirkiyeyê ev cara 3yemîn e diçe Tel Avîvê.
Di du seferên berê de jî bi tevahî 41 filistîniyên birîndar anîbûn Tirkiyeyê.